Gunay bo Akşener: Gel te bi karên reş ên ligel Agar û Çiller nas dike

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka HDPê Ebru Gunay derbarê gotinên Seroka IYI Partiyê Meral Akşener de got: “Ev gel te ji karên reş ên ligel Mehmet Agar û Tansu Çiler nas dike. Ji xwe HDP nayê ser maseyeke ku tu lê bî.”

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay roja Pêncşembê 8ê Îlonê li navenda partiya xwe civineke çapemeniyê saz kir û li ser mijarên di rojevê de axivî.

Gunay helwêsta IYI Partiyê ya derbarê dayîna wezaretê bo HDPê de rexne kir û amaje bi wê yekê da ku ji HDPê re cih diyarkirin ne karê Meral Akşener û berdevkê wê ne.

Beriya du rojan Seroka IYI Partiyê Meral Akşener piştî gotinên Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Gursel Tekîn ku gotibû "Dibe wezîrtiyê bidin HDPê" nerazîbûna xwe nîşan dabû û gotibû: “Em dê li ser maseya ku HDP lê ye, nebin. Li ser maseya ku em li ser in jî HDP dê nebe. Ev hesasiyeta me dê bidome. Rayedarên partiyê derbarê mijarê de, li ser hesasiyetên partiyê daxuyaniyên pêwîst dan."

Li ser vê mijarê Berdevka HDPê Ebru Gunay got: “Ne karê Meral Akşener û berdevkê wê ye ku ji HDPê re cih diyar bike. Gel te ji karên reş ên ligel Mehmet Agar û Tansu Çiler nas dike. Qet xeman nexwe, tişta ku tu bo vî welatî dikarî bikî tenê taritiya salên 90î ye. Ji xwe ti HDPyî nayên ser maseya ku tu lê hebî û li qahwexaneya ku tu lê bî nayên çayekê jî venaxwin.”

“Deng bidin qîrîna Cûdiyê”

Gunay derbarê birîna daristanên Bakurê Kurdistanê de jî ya Bakurê Kurdistanê de nerazîbûna partiya xwe nîşan da û got: “Çapemeniya hêja wekî hûn jî dizanin zext û zorên desthilatdariya AKPê her roj dewam dike. Heman demê dijminatiya wan a li ser xwezaya Kurdan jî dewam dike. Li Cûdiye daristan, xweza roj bi roj tê qetilkirin. Di 7 mehên dawî de %8ê daristanên Cûdiye hatine qetilkirin. Em li her derê nasname, ziman û xwazeya xwe dipazêrin. Ji ber wê bi bangawaziya DTK, TJA, DBP, HDP û Tevgera Ekolojî ya Mezopotamyayê em ê 17ê Îlonê meşekê li dar bixin. Şîara me ‘Em li dijî şer û talana xwezayê dimeşin’ e. Ez cardin bangawaziya temamî ekolojîstan û gelên Tirkiyê dikim, deng bidin qîrîna Cûdî. Em ê bi hev re xwezaya Cûdî biparêzin.”