Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê: Birîna darên Kurdistanê ne hiqûqî ye

08-09-2022
RÛDAW
Nîşan Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê Daristan Şirnex Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê derbarê birîna darên navçeya Xozatê û parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê de nerazîbûna xwe diyar kir û banga hişyariyê da.

Ev demeke dirêj e ku dar û daristanên parêzgehên Bakurê Kurdistanê tên talankirin û rewş gihiştiye asteke metirsîdar. Bi taybetî li Çiyayê Cûdî, Çiyayê Gebar û herêma Bestayê ya Şirnexê 2 sal in bi awayekî sîstematîk dar tên birîn.

Kongereya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, dê li dijî birîna daristanê 17ê Îlonê li Çiyayê Cûdî bi dirûşma “Li hemberî şer û talankirina xwezayê em dimeşin” çalakiyekê bikin.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê 7ê Îlona 2022ê li Şaxa Dêrsimê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK) daxuyaniyek da û banga beşdarbûna meşa 17ê Îlonê kir.

Serokê Şaredariya Perî amaje bi wê yekê da ku divê jîngehparêz, saziyên ekolojî, nûnerên partiyên siyasî û gel bi awayekî girseyî bo vê qetlîama daran dengê xwe bilind bikin.

Serokê Şaredariya Perî Orhan Çelebi dibêje: “Derbarê birîna darên li navçeya Xozatê de em dê di rojên bê de planeke berfireh ya çalakiyan amade bikin. Emê vê plana xwe ligel saziyên ekolojî, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl gotûbêj bikin û dîrokekê diyar bikin. Li Şirnexê jî qetlîama daran berdewam e. Ji bo astengkirinê jî kar û xebat hene. Di vê çarçovê de wê hejmarek sazî, rêxistin û partiyên siyasî li Cizîrê çalakiyekê bikin û bo rawestandina vê qetlîamê dengê xwe bilind bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst