Kuçikan şivan ji hirçê rizgar kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîga Bakurê Kurdistanê şivanê ku rastî êrîşa hirçekî hat û birîndar bû veguhestin nexweşxaneyê. Şivan dibêje kuçikan ew ji hirçê rizgar kirine eger na dibe ku hirçê ew kuştibana.

Şivanê bi navê Deniz Arka yê 42 salî li zozanê gundê Saxnisê  pezê xwe diçêrand ji ber êrîşa hirçekî ji zikê xwe ve birîndar bû û milê wî şikest.

Xelkê gund ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê.

Piştî çareserkirina wî ya ewil ew veguhestin Nexweşxaneya Dewleta ya Çewlîgê.

Deniz Arka da zanîn ku ji ber ku gundê wan nêzîkî daristanê ye ew her tim rastî êrîşa hirçan tên  û got: “Min ajelên xwe diçêrand ji nişka ve hirçê êrîşî min kir. Kuçik hatin, hirç reviya û ez wisa rizgar bûm. Ez dixwazim ji hirçan re çareseriyek bê dîtin. Her tim êrişî mirovan dikin. Eger îro kuçik nehatana dibe ku ez bimiram. Şikir ez birîndar rizgar bûm."