Girtiya Kurd a 80 salî Makbule Ozer hat azadkirin

08-09-2022
Ferdî Sak
Girtiya Kurd a 80 salî Makbule Ozer hat azadkirin
Girtiya Kurd a 80 salî Makbule Ozer hat azadkirin
Nîşan Makbule Ozer Hadî Ozer Wan Adil Baxewan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dema azadkirina girtiya 80 salî ya Kurd Makbule Ozer e li Parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê û kesûkarên wê wê dibin mala wê. Ev dayika Kurd ku ligel hevjînê xwe yê 79 salî  Hadî Ozer 10ê Gulanê  bi hinceta  "alîkariya PKKê" li navçeya Artemêt a Wanê bi cezayê 2 sal û mehek girtîgehê hatibû girtin, roja Çarşemê hat azadkirin. Piştî azadkirinê yekem peyama Ozer  azadkirina hemû girtiyên nexweş e ku ew bi xwe jî  yek ji wan girtiyan bû.

Girtiya 80 Salî Makbule Ozer anî ziman, “Divê hevalên nexweş hemû bêne berdan, girtî hemû bêne berdan, yên birîndar, yên nexweş hemî jî bêne berdan. Heps ne xweş e, meriv bimire çêtir e. Mirin ji hepsê xweştir e, ne xwarina wê xweş e, ne vexwarina wê xweş e, ne jî rabûn û rûniştina wê xweş e.”

Azadkirina Makbule Ozer piştî wê yekê hat ku Saziya Pizîşkiya Dadî ya Tirkiyê biryar da ku Ozer êdî ji ber pirsgirêkên giran ên tenduristiyê nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe li girtîgehê bi cih bîne û ji ber vê yekê jî  biryara taloqkirina salekê ya cezayê wê da.

Ev biryar di nav malbatê de bû sedema kêfxweşiyê û kurê wê Ubeydullah Ozer li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, “Çavên me ronî dayika min hat berdan, aqubet li bavê min  jî.”

Makbule Ozer niha bi awayek demkî hatiye berdan lê eger heye careke din bê girtin.

Serokê Şaxa Wanê yê Komaleya Mafên Mirov parêzer Mehmet Karataş derbarê proseya darizandina her du hevjînên bi temen ên Kurd de ji Rûdawê re axivî.

Serokê Şaxa Wanê yê Komaleya Mafên Mirovan Mehmet Karataş got, “Wek Makbule Ozer hate tahliyekirin, pêwîst e Hadî Ozer jî bê berdan. Ji ber ku ew jî nikare di girtîgehê de jiyana xwe berdewam bike. Mixabin dê Makbule Ozer salêkê li derve be, piştî salekê metirsî heye ku wê dîsa bibine girtîgehê. Dermankirina wê dê li derve dewam bike, cezaya wê salekê hate taloqkirin lê belê ev biryar têrê nake.”

Ev jina bi temen hat azadkirin lê hevjînê wê hêj jî di girtîgehê de ye. Makbule Ozer niha ligel zarok û merivên xwe li bendê ye rojek rojan hevjînê wê jî bê azadkirin, eger ew bi xwe jî careke din neyê girtin.  

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst