Galeriya wêneyan

08-09-2021
19 Photos
Bilind T. Abdullah

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê 2mîn Pêşangeha Navdewletî ya Veberhênan û Avahîsaziyê ji roja Sêşemê 7ê Îlona 2021an ve dest pê kiriye û dê heta 10ê vê mehê berdewam be.

Pêşangeh bi beşdariya zêdetir ji 150 kompaniyên biyanî û xwecihî ku armanca wan teşwîqkirina veberhênanê li Herêma Kurdistanê ye, hatiye vekirin û ji aliyê kompaniya Loyal Show Co ve hatiye organîzekirin.

Kompaniyên ji 8 welatên wek Almanya, Yûnan, Tirkiye, Îran, Oman û Îmaratê têde beşdar bûne.

Pêşangeha navbirî li Hola Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê li nêzîk Parka Samî Ebdurehman hatiye lidarxistin.

Yekemîn pêşangeha Veberhênan û Avahîsaziyê ya Hewlêrê  di Îlona 2019an de bi beşdariya 150 kompaniyên ji 10 welatan hatibû sazkirin.

Yek ji sêyên veberhênana li Herêma Kurdistanê di sektora avahîsazî û xaniyan de ye.

Li Hewlêrê ku navenda van veberhênanan e, bi qasî 11 milyar û 102 milyon dolar di avahîsaziyê de veberhênan hatiye kirin. Silêmanî bi 3 milyar û 464 milyon dolarî di rêza duyem de ye.