Li Xarpêt û Erzinganê qeza: 17 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Xarpêt û Erzinganê yên Bakurê Kurdistanê qezayên trafîkê çêbûn û di encamê de 17 kes brîndar bûn.

Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîlan li hev dan û 8 kes birîndar bûn.

Otombîla ajovanê wê Hekîm Ç. û ya ajovanê Ahmet B. ku her du ji aliyê Meletiyê ve diçûn Xarpêtê li gundê Pinçirîk li hev dan. Di encama bûyerê de herdu ajovan û 6 kesên di her du otombîlan de birîndar bûn.

Her du otombîlan piştî li hev dan li otombîleke din dan ku li kêleka rê rawestiyabû.

8 birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên bajêr hatin veguhestin.

Li Erzînganê Qeza: 9 kes birîndar bûn

Li aliyê din li Parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 9 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan otomobîla ku welatiyê bi navê Sinan Cansızoglu diajot, li ser rêya navçeya Refahiyê ya parêzgeha Erzinganê li minubusa ku Zekeriya T. diajot daye û di encam de 9 kesên di herdu wesayetan de birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê hatin cihê bûyerê û birîndar bo nexweşxaneya Zanîngeha Binali Yildirim a Perwerdehî û Lêkolînan Zanîngeha  Mengucek veguhastin.

Hate ragihandin ku birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin û rewşa  wan baş e.