Malbata Mîhraç Mîroglu li dijî polîsê wesayeta zirxpoş diajot gilî tomar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata Mîhraç Mîroglu ku di encama lêdana wesayeteke zirxpoş a Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de canê xwe ji dest dabû, derbarê wî polîsê ku wesayeta zirxpoş diajot gilî tomar kir.

Li Taxa Turgut Ozal a navçeya Hezexê 3ê Îlonê, wesayîteke zirxpoş a hêzên ewlekariyê li zarokê 7 salî Mîhraç Mîroglu da û piştre canê xwe ji dest da. Polîsê ku bibû sedema mirina Mîhraç Mîroglu, piştî wergirtina îfadeya wî ji aliyê dozgeriyê ve serbest hat berdan.

Malbata Mîhracê 7 salî îro 8ê Îlonê ligel şahidaheleke bûyerê, ji bo ku giliyê tomar bikin çûn   Fermandariya Cendermeyan a Hezexê û derbarê wî polîsê ku wesayeta zirxpoş diajot, gilî tomar kirin.

Malbata Mîhrac xwest di îfadeya xwe ya li navenda Cendermeyan de xwestin ku ew polîsê wesayeta zirxpoş diajot bê cezakirin.

Herwiha baroya Amedê jî di nav de 14 baroyên Bakurê Kurdistanê derbarê mirina Mîhraç Mîroglu yê 7 salî de daxuyaniyek belav kirin û tê de ragihandin ku divê mirinên ji ber wesayîtên zirxî nebin mirinên ji rêzê.

Herwiha baroyan di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kirin ku di encama mirinên ji ber lêxistina wesayîtên zîrxî lêpirsinên bê bandor û bê dadmend ji bo bûyerên bi vî rengî vexwendname derdixe.

Li aliyê din Baroyan ji Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a parlamentoya Tirkiyê daxwaz kirin ku li ser qezayên wesayîtên zirxî bûne sedem, komîteyek jêrîn ava bike û rapora lêkolînê amade bike, rayedarên dadwerî û îdarî li dijî van mirinên ku bi salan e berdewam dikin lêpirsînek bêalî û bibandor bikin.

Li aliyê din parlamenterên Partiya Gel a Komarî (CHP) yên Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirov, Mahmut Tanal, Servet Unsal û Îrfan Kaplan di derbarê mirina Mîhraç Mîroglu de lêkolîn bê kirin serî li Serokatiya Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyê dan.

Parlamenterên CHPê di serlêdana xwe de gotin: “Derbarê bûyera Mîhraç Mîroglu de tê gotin ku wesayîtên zirxpoş bi lez diçin, rêzikên trafîkê bi cîh nayînin û li gor dilê xwe tevdigerin. Ji ber di bûyerê de lêpirsîneke baş nayê kirin ceza nayê ferzkirin. Ti mafek ne di ser mafê jiyanê re ye.”

Parlamenterên CHPê rapora Komelaya Mafên Mirov a Şaxa Amedê bibîr xistin ku tê de hatiye gotin 10 salên dawî di 63 bûyerên trafîkê yên wesayîtên zirxpoş de 16 zarok, 6 jin bi giştî 36 kesan canê xwe ji dest dane û 85 kes jî birîndar bûne.

Parlamenterê HDPê ê Şirnexê Hesen Ozguneş, li cihê wê rûdanê axivî û got “Em nizanin çima ew zarok kuşti ne? Gelo ajovanê zirxîpoşê serxweş bû? Eger serxweş be, ji xwe karesate û eger şifêriyê nizanibe karesateke mezintir e.”

Hesen Ozguneş bi berdewamî got: “Ji sala 2008an ve 92 rûdanên zirxîpoşan li Bakurê Kurdistanê çêbûne û di wan rûdanan de 40 kes mirine û 52 jî birîndar bûne û kesên ku van bûyeran dikin, hêza xwe ji siyaseta nijadperestane, eqliyeta faşîstane a hikûmetê û siyaseta cezanebûnê werdigrin.”

Parlamenterê Partiya Gel y Komarî (CHP) Sezgin Tanrikulu derbarê zarokê 7 salî Mîrhraç Mîroglu ku, di 3ê Îlonê de li bajarokê Hezexê yê ser bi parêzgeha Şirnexê, di encama lêdana zirxpoşeke leşkerî de canê xwe ji dest dabû li ser hesaba xwe ya medya civakî axifî.

Sezgin Tanrikulu nerazîbûn li ser bêdengiya civakê li hember canjidestana Mîroglu nîşan da û got: “Eger Mîrhraç niha bijiya, dê îro biçûya dibistanê. Binêrin derbarê vê mijarê de ti deng ji civakê nayê. Deng tine!”

Parlamenterê CHPê Tanrikulu destnîşan kir ku li gor amarên Komeleya Mafê Mirov, li bajarên navçeyê 37 zarokan di encama lêdana zirxpoşan de canê xwe ji dest dane û got: “Bûyera Silopiyê qet ji bîra min naçe. Du zarokên bi navên Muhamed û Furkan, dema li ser cihê xwe di xew de bûn canê xwe ji dest dan. Ti kes ji wan nehate ceza kirin. Zirxpoş kete odeya wan a razanê. Necezakirina  bûyerên bi vî rengî yên li dijî zarokên wan navçeyan dibe cihê pirsê li cem mirovan.”

Herî dawî Sezgin Tanrikulu bang li aliyên peywendîdar kir ku ji bo lêkolîna bûyerên bi vî rengî pêngavan biavêjin û dibêje: “Qet nebe nîşan bidin ku hûn  lêkolîn û darazeke bi bandor dikin. Mirovan qanih bikin ku ev yek bûyereke trafîkê ye. Lê  di 3-4 salên dawî de, canjidestdana 37 zarokan di encama lêdana zirxpoşan de, tişkteke awarte ye. Ez mirinên din nahijmêrim, ew mirinên ku berdana guleyan. Em rûbrûyî tabloyeke wiha ne.”