Parêzgariya Ruhayê û IOM derbarê koçberên Sûrî de rêkeftin îmze kirin

09-09-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Ruhayê û Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM) ji bo piştgirikirina koçberên Sûrî yên li parêzgeha Ruhayê ya Bakurê Kurdistanê rêkeftinek îmze kirin.

Parêzgariya Ruhayê di daxuyaniyekê de ragihand ku bi Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM) re bi armanca piştgirîkirina koçberên Sûrî rêkeftinek hatiye îmzekirin. Rêkeftin ji aliyê Parêzgarê Ruhayê Abdullah Erin û Nûnerê IOMê Jinan Omar ve hat îmzekirin.

Li gor rêkeftinê, bo pêşketina Sûriyan di warê aborî û geşedana mirovî, handana şiyana rêveberiya kesayetî, kêmkirina hejarî, piştgiriya teknîkî, hewîn û seqamgiriya komelayetî de dê bername û proje bêne meşandin.

Ji bo ev xebatên ji aliyê IOMê ve bêne meşandin dê Parêzgariya Ruhayê ji aliyê hemahengiyê ve piştgiriyê bide û rêvebirina kar û xebatên IOMê hêsantir bike.

Parêzgarê Ruhayê Abdullah Erin derbarê rêkeftina li gel IMO de got: “Em bi wan saziyên xwecihî û navdewletî ku bi nêteke baş tevdigerin di nav hevkarî û hemahengiyê de ne. Armanca me ji rêkeftinê ew e, hejmara Sûriyên alîkariyê werdigrin zêde bikin. Li Rihayê 425 hezar Sûrî hene. Em ê di alîkariya van mirovên 10 salin li bajarê me ne berdewam bin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst