Elî Bapîr: Em amade ne bo pêşxistina peywendiyên li gel PDKê

08-09-2019
RÛDAW
Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Elî Bapîr kir
Serok Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li Elî Bapîr kir
Nîşan Mesrûr Barzanî HDP Sezaî Temellî Elî Bapîr Komela Îslamî Serok Mesûd Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Emîrê Komela Îslamî Elî Babîr, serdana Serok Mesûd Barzanî kir û ragihand ku ew amade ne peywendiyên xwe li gel PDKê pêş bixin.

Emîrê Komela Îslamiya Kurdistanê Elî Babîr îro li Pîrmamê serdana Serok Mesûd Barzanî kir.

Li gor daxuyaniya Emîrê Komela Îslamî, ew serdan bi mebesta pêşvebirina peywendiyên di navbera Komela Îslamiya Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), pêk hatiye. Di daxuyaniyê de hatiye gotin peywendiyên di navbera herdu partiyan de ku aliyek şirîkê hikûmetê ye û aliyek jî opozîsyon e, girîng in.

Kombûna Serok Barzanî û Elî Bapîr, zêdetirî demjimêrekê dewam kir û di kombûnê de pêwîstiya hemahengiya aliyên Kurdistanî yên derbarê berjewendiyên bilind ên Kurdistanê û pêkanîna yekitiya niştimanî kirin.

Meseleya Kerkûkê jî, di kombûnê de gotûbêj li ser hat kirin û li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, “Li Kerkûkê berjewendiyên netewî di wê de ne ku hemû aliyên Kurdistanî, li gel hev, kar bikin bo ku rewş, di berjewendiya bajêr û Kurd de yekla bibe.

Derbarê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, herdu aliyan tekezî li ser wê kirine, “Pêwîst e, hemû li gel hev kar bikin bo ku pirsgirêkên û nakokiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê de bên çareserkirin.”

Ji aliyê Komela Îslamî Ebdûlezîz Mecîd û Hesen Babekir û ji aliyê PDKê ve jî ji Fazil Mîranî û Elî Husên di kombûnê de amade bûn.

Endamê Serkirdayetiya PDKê Elî Husên, ji Rûdawê re ragihand ku di kombûnê de peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, yekdengiya Kurdan li navçeyên madeya 140 bo bo hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê, gotûbêj li ser hatine kirin û tekezî li ser xebata aliyên Kurdistanî ya li gel hev li wan navçeyan hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst