Polîs li sê deriyên sînor ên Rojhilatê Kurdistanê tên bicîhkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên polis ên Îranê li deriyên sînor ên Başmax, Perwêzxan û Bazirgan ên Rojhilatê Kurdistanê tên bicîhkirin.

Li Tehranê di merasîmekê de bi fermî bicîhkirina polîsan li deriyên sînor ên Rojhilatê Kurdistanê û çend sînorên deryayî yên Îranê û Firokexaneya Îmam Xumeynî ya Tehranê hat ragihandin.

Fermandarê Komîteya Rûbirûbûna Qeçaxiya Alav û Dravên Îranê Elî Mueydî ragihand ku li gor rêkeftina aliyên emnî û îdarî yên Îranê, ji niha û şûnde hêzên polis li sê deriyên sînor ên Rojhilatê Kurdistanê ji wan Bazirgan, Başmax û Perwêzxan tên bicîhkirin û ew yek jî red kir ku armanca bicîhkirina polîsan li deriyên sînor, emniyetkirina mijara aborî û bazirganî be.

Bi gotina Elî Mueydî, îro ji ber nebûna yekrêzî û yekbûnê di navbera saziyên peywendîdar de, qeçaxçiyan karîne bo veguhestina alavên xwe deriyên sînor bikar bînin û dixwazin bazirganiya neyasayî li deriyên sînor kêm bikin.