Baregahên HDK û PDK-Î hatin bombebarankirin: Şehîd û birîndar hene

08-09-2018
RÛDAW
Nîşan Koyê HDK Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Topxane û firokeyên bêfirokevan ên Îranê îro baregahên Partiya Demokrata Kurdistanê yê Rojhilatê Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li navçeya Koyê ya Hewlêrê bombaran kirin.

 

Rêveberê Polîsê Koyê Şoriş Kake ji Rûdawê re ragihand ku artêşa Îranê îro Şemiyê (08-09-2018) bi katyûşa û firokeyên bê firokevan baregahên Partiya Demokrata Kurdistanê yê Rojhilatê Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) topbaran û bombebaran kirin.

 

Şoriş Kake “Îro ji beriya nîvro ve baregahên HDKê tên topbarankirin û topbaran hê jî berdewam e.”

 

Berdevkê Tendirûstiya Koyê Hewkar Elî ragihand, ku di encama topbaranê de heta niha 5 kes şehîd in û 30 kes birîndar in.

 

Hewkar Elî da zanîn, ku rewşa çend birîndaran jî pir xeter e û 5 birîndarên giran jî veguhestine nexweşxaneyên Hewlêrê. Herwiha 2 kes jî niha di bin neştergeriyê de ne.

 

Ev êrîş di demekê de ye, ku HDKê li Koyê plenyûma xwe saz dikir.

 

Berpirsê Peywendiyên HDK Fûad Xakî jî ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha jî nayê zanîn ka hejmara şehîd û birîndaran çend e. Vê gavê pêşmergeyên me belav in û lewra em nikarin niha zanyariyên piştrastkirî ragihînin.”

 

Ji aliyê din ve Berpirsê Peywendiyên PDK-Î Mihemed Salih Qadirî jî ji Rûdawê re ragihand, ku ew firokeya ku bombebaran kiriye ji Kerkûkê rabûye û topbaran jî bi alîkariya Heşda Şeibî û hêzên nêzîkî Îranê hatiye kirin.

 

Qadirî got: “Ev sêyemîn car e êrîşî baregahên hizbên Rojhilat dikin. Piraniya qurbaniyên êrîşa îro jî jin û zarok in.”

 

Çavkaniyekî ji Rûdawê re ragihand, ku beşek ji endamên serkirdetiya HDKê birîndar in.

 

Li baregahên partiyên Rojhilat ên li Koyê li gel pêşmergeyan jin û zarok jî dijîn.

 

 


 

 

 

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst