Galeriya wêneyan

08-09-2018
9 Photos
RÛDAW

Rûdaw (Koye) - Îro piştî saet 10:30ê sibehê, topxane û firokeyên bêfirokevan ên Îranê îro baregahên Partiya Demokrata Kurdistanê yê Rojhilatê Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li navçeya Koyê ya Hewlêrê bombaran kirin.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) Kemal Kerîmî dibêje "zanyariyên me hene ku mûşekên Îranê ji devera Sûrên a Rojhilatê Kurdistanê ve arasteyî baregehên li Koye hatine kirin".

Kemal Kerîmî ji Rûdawê re ragihand ku îro piştî saet 10:30ê sibehê, dema ku em di civîna Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) de bûn, dengê teqîneke bihêz hat û mûşekek li ber yek ji holên civînê ket, piştre jî li dûrî çend metreyekê mûşekeke din li baregeha keleha demokrat da.

Navên beşek ji endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ku di bombebarana Îranê ya îro de jiyana xwe ji dest dan ev in:

1- Suheyle Qadir, Endama Komîteya Navendî

2- Birayîm Zêweyî, Endamê Komîteya Navendî

3- Nesrîn Hedadî, Endama Komîteya Navendî

4- Haşim Ezîzî, Endamê Komîteya Navendî

5- Kerîm Mehdewî, Endamê Komîteya Navendî

6- Rehman Pîrotî, Endamê Komîteya Navendî

7- Mam Şêrko Resûlzade

8- Usman Usmanî

9- Cemal Ekberî

10- Mensûr Mihabadî

11- Yasîr

12- Farûq Hisên

13- Muxtar