Nav û wêneyên beşek ji şehîdên HDK û PDK-Î

Koye (Rûdaw) – Tora Medyayî ya Rûdawê navên 13 endamên Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) belav dike ku di encama bombebarana Îranê de li navçeya Koye ya Hewlêrê jiyana xwe ji dest dan.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê heta niha 16 kesan di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan û 34 kes jî birîndar bûn. Li gor gotina beşek ji şahidên bûyerê jî heta niha termên çend kesan jî nehatine nasîn.

 

Navên beşek ji endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) ku di bombebarana Îranê ya îro de jiyana xwe ji dest dan ev in:

 

1- Suheyle Qadir, Endama Komîteya Navendî

 

2- Birayîm Zêweyî, Endamê Komîteya Navendî

 

3- Nesrîn Hedadî, Endama Komîteya Navendî

 

4- Haşim Ezîzî, Endamê Komîteya Navendî

 

5- Kerîm Mehdewî, Endamê Komîteya Navendî

 

6- Rehman Pîrotî, Endamê Komîteya Navendî

 

7- Mam Şêrko Resûlzade

 

8- Usman Usmanî

 

9- Cemal Ekberî

 

10- Mensûr Mihabadî

 

11- Yasîr

 

12- Farûq Hisên

 

13- Muxtar

 

Peyamnêrê Rûdawê Hawkar Yasîn ji Koyeyê ragihand ku hejmara kuştiyên ku îro di encama bombebarana Îranê ya bi ser baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê ya Rojhilatê Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) de şehîd bûn, gihişte 16 kesan û hemû pêşmerge ne, herwiha 34 kes jî birîndar bû.

 

Peyamnêrê me eşkere kir ku bombebaran bi şeş mûşekan bûye ku ji rojhilatê Îranê ve arasteyî navçeya Koye ya Hewlêrê hatine kirin, sê mûşek rasterast ber kelehê ketiye û mûşekek jî li nêzîkî kampa ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê û malbatên beşek ji endamên HDK û PDK-Î têde dijîn ketiye. Herwiha eşkere kir ku tîmeke leşkerî ya Amerîkî li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin.