Hejmara şehîdên HDK û PDK-Î gihişte 16 kesan

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmara kuştiyên di encama bombebarana Îranê ya ser navçeya Koye ya Hewlêrê de gihişte 16 kesan û 34 kes jî birîndar bûn.

 

Peyamnêrê Rûdawê Hawkar Yasîn ji Koyeyê ragihand ku hejmara kuştiyên ku îro di encama bombebarana Îranê ya bi ser baregehên Partiya Demokrata Kurdistanê ya Rojhilatê Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) de şehîd bûn, gihişte 16 kesan û hemû pêşmerge ne, herwiha 34 kes jî birîndar bû.

 

Peyamnêrê me eşkere kir ku bombebaran bi şeş mûşekan bûye ku ji rojhilatê Îranê ve arasteyî navçeya Koye ya Hewlêrê hatine kirin, sê mûşek rasterast ber kelehê ketiye û mûşekek jî li nêzîkî kampa ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê û malbatên beşek ji endamên HDK û PDK-Î têde dijîn ketiye.

 

Herwiha eşkere kir ku tîmeke leşkerî ya Amerîkî li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirin.

 

Topxane û firokeyên bêfirokevan ên Îranê îro baregahên Partiya Demokrata Kurdistanê yê Rojhilatê Kurdistanê (HDK) û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li navçeya Koyê ya Hewlêrê bombaran kirin.