ENKS girtina 2 serkirdeyên Partiya Yekîtî şermezar kir

08-09-2018
RÛDAW
Nîşan ENKS Partiya Yekîtî Rojavayê Kurdistanê Asayiş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) girtina 2 serkirdeyên Partiya Yekîtî şermezar dike.

 

Di daxuyaiyekî nivîskî de, ENKSê girtina 2 serkirdeyên Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, şermezar kir.

 

Di daxuyaniyê de hatiye ragihand ku Hêzên Ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser (Asayişê) 2 serkirdeyên Partiya Yekîtî li bajarokê Girkê Legê girtin.

 

ENSKê nîşan bi wê yekê daye ku herdu endamên Komîteya Navçeyî ya Partiya Yekîtî Salih Merî û Erefat Ebdo ji aliyê asayişê ve hatine girtin û heta niha cihê wan ne diyar e.

 

Di heman demê de jî asayişê nasnameya endamê Komîteya Navçeyî ya vê partiyê, Izzeddîn Nehmo jê stand.

 

ENKSê di daxuyaniya xwe de, van kiryaran şermezar dike û ji hêzên kurdistanî daxwaz dike ku rêgiriyê li ber wan bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst