Rojava - Li 3 gundên nêzîkî Efrên şer giran e

09-09-2016
RÛDAW
Şer li derdora Efrînê berdewam e
Şer li derdora Efrînê berdewam e
Nîşan Rojavayê Kurdistan Efrîn YPG DAIŞ Şer
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Şer û pevçûn li derdora Efrînê berdewam e û li gorî zanyariyan, di navbera YPGê û DAIŞê de li 3 gundên derdora Efrînê pevçûnên giran didom in.

 

Li herêmên başûrê Efrînê şer û pevçûnên giran di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çekdarên DAIŞê de berdewam in û Artêşa Sûriya Azad bi piştavaniya Artêşa Tirkiyê 4 gund kontrol kir.

 

Ji 2 rojan ve Artêşa Tirkiyê êrîşî ser navendên YPGê li devera Efrînê û bi taybetî li bajarokê Raco dike.

 

Li gorî çavkaniyên xwecihî Artêşa Tirkiyê bi hawin, tank û firokeyan gundê Sorka li bajarokê Raco yê Efrînê topbaran dike, ku di encama wê topbaranê de li gorî çavkaniyeke pizîşkî 6 şervanan jiyana xwe ji dest dane û 8 sivîl jî birîndar bûne.

 

Ji aliyekî din ve li devera başûrê Efrînê şer û pevçûnên giran di navbera HSD û çekdarên DAIŞê de li derdora her sê gundên Hirbil, Um Hoş û Um Qura berdewam dikin.

 

Di heman demê de li gorî çavkaniyên xwecihî Artêşa Tirkiyê her 4 gundên Sendî, Eyyûbiyê, Elroda, Til Elhewa kontrol kirin, piştî ku çekdarên DAIŞê ji wan her 4 gundên navborî vekişiyan.

 

Her di vê derbarê de komên radîkal, taxa kurdnişîn a Şêx Meqsûd li bajarê Helebê bi roketên Katyoşa û topxaneya cehenemê topbaran kirin.

 

Di encamê de û li gorî çalakvanên xwecihî, doktorê herî dawî yê li taxa Şêx Meqsûd welatiyê bi navê Şahid Cimyan ji ber topbarana komên radîkal jiyana xwe ji dest da û 4 sivîl din jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst