Şingal- Balafir li DAIŞê hatin xezebê

Şingal (Rûdaw)- Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî îro li nêzîkî Şingalê 8 caran li DAIŞê dan.

Jêderekî ji Hêzên Pêşmerge ji Rûdawê re ragihand: “Li çarêya Herdanê ya rojavayê Mûsilê û nêzîkî Şingalê, balafiran ji îro danê sibehê heta niha 8 caran bi tundî li çeper û navendên DAIŞê dan.”

Li gorî heman jêder, Niha jî balafir li ser deverê difirin.

Piştî girtina bajarokê Mexmûrê yê Başûrê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê û nêzîkbûna wan çekdaran ji bajarê Hewlêrê ve, Serokê Amerîkayê Barack Obama şeva 7ê Tebaxa par di gotarekê de ragihand ku Hewlêr li cem wan xeta sor e.

Obama wê demê ragihandibû ku hêzên asmanî yên Amerîkayê dê beşdar bin di şerê li dijî DAIŞê de û piştî wê gotarê, 18ê mehê yekemîn êrişa asmanî ya balafirên Amerîka û hevpeymaniyê li dijî DAIŞê li Mexmûrê pêk hat.

Li Rojavayê Kurdistanê jî piştî êrişa DAIŞê li ser bajarê Kobanî, li ser daxwaza Herêma Kurdistanê, Amerîka û hevpeymaniya navdewletî li wir jî dest bi lêdana DAIŞê kirin û roleke mezin di derxistina DAIŞê ji Kobanî û herêma Girê Spî de dîtin, herwiha niha jî li Rojava alîkariya hêzên kurdî dikin.