Viyan Dexîl: Divê cîhan tiştên ku hatin serê êzîdiyan wek jenosîd bibîne

08-09-2014
RÛDAW
Viyan Dexîl
Viyan Dexîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera kurd a êzîdî ya Iraqê Viyan Dexîl ragihand ku divê civaka navdewletî sûcên ku li dijî kurdên êzîdî hatine kirin wek “jenosîd” nas bikin û wiha got: “Bi navê ol û ayîn jin û zarokên me tên kuştin ji ber wê jî cîhan bilez alîkariya kurdên êzîdî bikin.”

Parlamentera kurd a êzîdî ya Iraqê Viyan Dexîl, ku ji bona beşdarî di civîna Aştiya Cîhanê çûye Belçîkayê, ji Rûdawê re got, ez ji bo wê tevlî vê civînê bûm ku peyama û hawara kurdên êzîdî bigihînim cîhanê û ji wan re bêjim ku bi hawara kurdên êzîdî werin.

Viyan Dexîl anî ziman ku eger bi rastî welatên Ewropayê xwe wek parêzvanên mafên mirov dibînin divê mafên êzîdiyan jî biparêzin û tiştên ku hatin serê êzîdiyan wek “jenosîd” bê nasîn û li gorî wî nêzîkî êzîdiyan bibin.

Dexîl ku di destpêka bûyerên Şingalê de li Parlamentoya Iraqê axaftinek dilşewat kiribû û ev yek bibû rojeva hemû cîhanê, diyar kir ku di civîna Aştiya Cîhanê ya li Belçîkayê de jî beşdarvanên civînê ji ber axaftinên wê giriyane…

Wê parlamentera kurd anî ziman ku heta niha jî gellek jin û zarokên êzîdî di destê DAIŞê de ne lewma divê bilez hewlên rizgarkirina wan bên dayîn…

Viyan Dexîl ku li ser çiyayê Şingalê di bûyera ketina helîkopterê de birîndar bibû, li ser rewşa tenduristiya xwe jî got, ez baş im lê heta niha jî nikarim bimeşim…

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst