HSDyê êrişa çekdarên hikûmeta Sûriyeyê ya li Dêrezorê şikand

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî êrişên çekdarên hikûmeta Sûryeyê yên li deverên Dêrezorê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersiva êrişên wan grûpên çekdar da û êriş hat şikandin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê diyar kir ku şervanan heta derengiya şevê bersiva êrişên bejahî yên çekdarên hikûmeta Sûriyeyê daye.

Piştî grûpên çekdar ji xalên derbasbibûnê hatin dûrxistin, bermahiyên êrişa wan ên li ser malên sivîlan diyar bûn.

Li Gundê El Sebheyê şûna topbaranê li ser malan diyar bû.

“Gelek top li xanî û avahiyan ketin”

Welatiyekî ji Gundê El Sebheyê got:

"Gundê El Sebheyê ji aliyê hêzên rejîma Sûriyeyê û milîsên Îranê ve bi topên hawin û rokêtan hat armancgirtin.

Çend mal hatin armancgirtirin, di nav de mala min. Çend top li otomobîl û xaniyê min ketin."

Mizgeft hat topbarankirin

Melayê mizgefta Gundê el-Sebheyê jî diyar kir ku berbangê sibehê mizgeft hat topbarankirin got:

“Mizgeft ji aliyê milîsên Îranê û alîkarên wan ve bi rokêtan hat armancgirtin. Demjimêr 4 û nîvê sibehê dema min mizgeft paqij dikir ew hat armancgirtin."

Li bajarokê Zîban jî zerer û ziyan ne tenê madî bûn herwiha qurbanî jî di nav sivîlan de hebûn.

Welatiyê ji Bajarokê Zîbanê jî got:

"Em bi top û rokêtên milîsên Îranê hatin armancgirtin. Birayê min hat kuştin û kurê wî birîndar bû û xwîşka min ji lingê xwe birîndar bûye û dibe ku lingê wê were jêkirin.

Herwiha birayê min ê din jî birîndar e."

Di videyoyekê de tê dîtin ku fermandarekî grûpên êrişkar fermanê dide çekdarekî ku sivîlan bike hedef.

Derengiya şeva Sêşemê û serê sibeha Çarşemê hinek çekdaran êrişî xalên HSDyê yên li sê gundên rojhilatê Dêrezorê kiribûn.

Li gorî ragihandina HSDyê çekdar bi ser hikûmeta Sûriyeyê ve bûn.