Li Qersê 21 kesên dar birîne hatin cezakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qamuşanê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, 21 kesên ku bê destûr darên ter birîbûn bi 137 hezar lîreyan hatin cezakirin.

Tîmên cendirmeyan yên ku li navçeya Qamuşanê di nav daristanê de digerin, dibînin ku hinek darên sinober ên ter hatine birîn.

Li ser wê yekê lêpirsîn tê destpêkirin û di encama lêkolînan de 21 kesên ku bê destûrdar birîne hatin tespîtkirin.

Li gorî Yasaya Daristanan a Tirkiyeyê li 21 kesên ku darên ter birîne cezayê 137 hezar lîre hat birîn.