Nêçîrvan Barzanî: Ez rêzê li têkoşîna Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê digirim

7 demjimêr berê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mihemed Hacî Mehmûd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî, Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê pîroz kir.

Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê 48 sal berê hat dameizrandin.

“Ez rêzê li xebat û têkoşîna Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê digirim”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera damezirandina wê peyamek belav kir û got:

“Ez di vê salvegerê de rêzê li xebat û têkoşîna Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê û qurbaniyên wê yên di rêya azadiyê de digirim.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê di siyaseta Herêma Kurdistanê de bûye xwedîrol û got, “Serkeftinê ji wan re dixwazim.”

Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê sala 1976an bi navê Tevgera Sosyalîst a Kurdistanê hat damezirandin.

Heta niha 8 kongre kirine û xwe di bernameya xwe de wekî “partiyeke niştimanî û neteweyî” bi nav dike.

Kongreya 8an a Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê 4ê Nîsana îsal hat lidarxistin û Mihemed Hacî Mehmûd bû serokê partiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst