Şerê li Dêrezorê: Çekdaran êrişî mizgeft û sivîlan kir

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê li Dêrezorê êrişî mizgeft û sivîlan kiriye.

Çekdarên Hikûmeta Sûriyeyê ji şeva çarşemê heta sibeha pêncşemê êrişî çend deverên cuda yên Dêrezorê kir ku cihek ji wan jî gundê el-Dihleyê bû.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bersiv da êrişan û çekdar neçar man vekişin.

Cihek ji cihên ku komên çekdar êrişî kiribû jî gundê el-Sebheyê yê Dêrezorê bû.

Piştî ku şervanan êrişkar ji gund derxistin şop û dewsên êrişên wan derketin holê.

Li el-Sebheyê dewsên topan li ser dîwarên malan diyar in.

“Çend top li otomobîl û xaniyê min ketin”

Şêniyekî gundê el-Sebheyê diyar kir çekdaran êrişî malên sivîlan kiriye û got:

"Gundê el-Sebheyê ji aliyê hêzên rejîma Sûriyeyê û milîsên Îranê ve bi topên hewan û rokêtan hat hedefgirtin.

Çend mal bûn hedef ku mala min jî di nav wan de ye. Çend top li otomobîl û xaniyê min ketin."

“Mizgeft bi rokêtan hat armancgirtin”

Melayê mizgefta gundê el-Sebheyê ji diyar kir ku berbangê mizgeft hatiye topbarankirin û li pey çû:

"Ez melayê gundê el-Sebheyê me. Mizgeft ji aliyê milîsên Îranê û alîkarên wan ve bi rokêtan hat armancgirtin .

Demjimêr çar û nîvê sibehê dema min mizgeft paqij dikir, wan êrişî mizgeftê kir.”

Li bajarokê Zîbanê yê Derezorê jî hem zerera madî û hem a canî hebû.

“Birayê min hat kuştin û kurê wî birîndar bû”

Şêniyekî bajarokê Zîbanê anî zimên ku milîsên Îranê êrişî wan kiriye û pê de çû:

“Em bi top û rokêtên milîsên Îranê hatin armancgirtin.

Birayê min hat kuştin û kurê wî birîndar bû û xwîşka min ji lingê xwe birîndar bûye, dibe ku lingê wê were jêkirin û birayê min ê din jî birîndar e."

Di vîdeoyeke ku hatiye belavkirin de fermandarekî grûpên êrişkar fermanê dide çekdarekî ku sivîlan bike hedef.