Şerekî giran heye: Li Amêdiyê çi diqewime?

Hewlêr (Rûdaw) – Êrişên Tirkiyeyê yên Başûrê Kurdistanê de berdewam dikin.

Doh li herêma Nihêlê ya nêzîkî Amêdiyê di navbera gerîlayên PKKyê û leşkerên Tirkiyeyê de şerekî giran hebû.

Tirkiyeyê çiyayên Gare û Metînayê bombebaran kirin û agir bi herêmê ket.

Gerîlayan beriya ku bombebaran dest pê bike, li heman herêmê droneke Tirkiyeyê xistibû xwarê.

Li hêla din, helîkopterên Tirkiyeyê li gundê Guherzê yê nahiyeya Kanî Masê ya Amêdiyê agir berda bax û bostanên xelkê.

Di dîmenên ku Tora Medyayî ya Rûdawê belav kirin de xuya dibe ku 3 helîkopter li derdora gund gelekî nizim difirin û agir berdidin derdora gund.

Nûçegihanê Rûdawê Nayîf Remezan xwe gihand Guherzê û bi şêniyên gund re axivî.

Gundiyan diyar kir ku li herêma wan gerîla nînin û Tirkiye bi zanîbûn êgir berdide wan deveran.

“Tirkiye bi zanîbûn agir berdide van deran”

Gundiyên ku ji Rûdawê re axivîn wiha behsa rewşê kir:

“PKK li van deran nîne, Tirkiye bi zanîbûn agir berdide van deran.

Dilê me dişewite lê em nikarin agir vemirînin.

Xwezaya Kurdistanê hemû şewitî, hemû reş bû.

Tirk qebûl nake mirov here cihê şewatê.”

Li hêla din, şêniyê gundê Guherzê Revend Guherzî jî bû mêhvanê bultena Rûdawê û behsa rûdanên li gundê xwe kir.

Revend Guherzî diyar kir ku Tirkiyeyê bi 3 helîkopteran agir berdaye derdora gundê wan û leşker nahêlin ku xelk here êgir vemirîne.

Hêzên Parastina Gel (HPG) jî diyar kir ku ji 3yê Tîrmehê ve li herêma Sergelê şer heye û gerîlayan 10ê Tîrmehê helîkopterek û 16ê Tîrmehê jî helîkopterek xistiye.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê jî doh ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin.

Lê Wezaretê heta niha li ser xistina helîkopterên xwe ti agahî nedane. Ne xistina helîkopterên xwe red kiriye ne jî qebûl kiriye.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.