HPGyê nasnameya du gerîlayan eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya du gerîlayên ku li Metînayê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Gelhat Koçer û Dogan Amûdê meha hezîrana îsal li Metînayê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê Gelhat Koçer 9ê Hezîranê û Dogan Amûdê jî 17ê Hezîranê canê xwe ji dest daye.

HPGyê diyar kir ku her du gerîlayan li Metînayê “di êrişa dijmin” de canê xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên ku HPGyê dane, nasnameyên her du gerîlayan wiha ne:

Gelhat Koçer: Navê wî yê fermî Abdullah Arslan e û ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.

Dogan Amûdê: Navê wî yê fermî Ahmed Omer Şerîf e û ew ji Derezorê ye.

HPGyê da zanîn ku Gelhat Koçer 2015an û Dogan Amûdê jî 2014an tevî refên gerîlayan bûye.