Li Amedê pevçûna çekdarî: 2 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismîlê ya Amedê di navbera du malbatan de pevçûna  çekdarî derket û 2 kes birîndar bûn. 

Li Kolana Zîraatê ya Taxa Altiokê navbera du malbatên nîqaş derket derket.

Nîqaş wan her du malbatan ku pêştir jî di navbera wan de neyartî hebû, mezin bû û guherî pevçûna çekdarî.

Di encama gulebaranê de ji malbatekê M.S û A.S birîndar bûn. 

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn bûyerê.

Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleya ewil a li cihê bûyerê, birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismîlê.