MÛŞ - 5 kes ketibûn golê, cesedên 4an hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, ji 5 kesên ku ketin Gola Bendava Alparslan 1ê cesedê 4 kesan hat dîtin û ji bo dîtina kesê winda xebat dewam dikin.

Parêzgarê Mûşê Avnî Çakir ragihand ku 5 ciwan ji bo honikbûnê ketin gola bendavê.

Avnî Çakir diyar kir ku ekîbên AFADê cesedê 3 kesên ku ketibûn golê derxistin û got:

"Ji van ciwanan 3 jê xeniqîne. Ji bo dîtina 2 kesên din jî xebat dewam dikin. Ekîbên binê avê yên ku ji Amedê û Wanê hatin diçin cihê bûyerê."

Cesedê kesekî din hat dîtin

Piştî daxuyaniya Çakir di xebatên ku ekîbên Xilaskirina Medîkar a Neteweyî (UMKE), Xilaskirin û Lêgerîna Binê Avê ya AFADê, cendirme, polos û îtfaiyeyê de cesedê kesekî din hat dîtin.

Cenazeyê Yasîn (18), Edanur (20) û Rabîa Karakay (13) ê Eylul Tekîn (15) ji avê hatin derxistin û ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.

Ji bo dîtina Fatma Karakayê (22) ya winda xebatên lêgerînê dewam dikin.