Li Amedê şewat!

Amed (Rûdaw) - Li Sîteya 3yemîn a Pîşesaziyê ya Amedê agir girt 4 dikanan û şewat berdewam dike.

Heta niha sedema şewatê diyar nebûye û dûxana êgir ji gelek deverên bajêr xuya dike.

Tîmên agirvemirandinê hewl didin agir vemirînin lê şewat heta vê kêliyê jî nehatiye kontrolkirin.

Destpêkê agir girt 4 dikanên ku parçeyên otomobîlan difiroşin û paşê 3 dikanên din jî dan ber xwe.

Agirê ku demekê berdewam kir piştî hewlên zêde yên ekîban hat vemirandin.

Li cihê şewatê xebatên sarkirinê berdewam dikin.