Li Sêrtê qeza: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn

08-08-2024
Nîşan Sêrt Qeza Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewêlê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê di qezayekê de kesek mir û 3 kes birîndar bûn.

Şeva borî li ser rêya Sêrt û Hewêlê otomobîla ku A.C. diajot û otomobîla ku M.D.Y. diajot li hev qelibîn.

Di vê qezayê de ajokarên her du otomobîlan û kesên bi navên navên P.E. û M.S.K. birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê li ser agahdarkirinê çûn cihê buyerê û wan birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hewêlê.

M.S.K. tevî hemû hewldanên bijîşkan jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku birîndarên din piştî midaxaleya li nexweşxaneya Hewêlê veguhastine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir