XABÛR - Di kelekela çilê havînê de bi rojan di dorê de dimînin

08-08-2023
RÛDAW
Pileyên germê li deriyê Îbrahîm Xelîl digihêje 50 pileyan
Pileyên germê li deriyê Îbrahîm Xelîl digihêje 50 pileyan
Nîşan Deriyê Xabûrê Silopya Deriyê Îbrahîm Xelîl Şofêrên Barhilgiran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şofêrên barhilgirên ku bi rêya Deriyê Xabûrê yê li Silopyayê bar tînin Herêma Kurdistanê, li ber 50 pile germahiyê bi rojan di dorê de dimînin.

Di vî çilê havînê de, ewên ku karê wan li derve li ber rojê ye, gelekî bêzar dibin.

Hinek kar hene eger rawestin dê bandorê li jiyana gelek kesan bikin.

Weke nimûne karê şofêrên barhilgirên ku kelûpelan ji Tirkiye û Bakurê Kurdistan tînin Başûrê Kurdistanê.

Bi sedan şofêr li gel barhilgirên xwe li aliyê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîlê li navçeya Silopya di dorê de ne.

Pileyên germê nêzîkî 50î dibin lê şoferên barhilgiran neçar in bi rojan di wê dorê de bimînin û xwarin û vexwarina wan, rabûn û rûniştin û xewa wan jî di nava wê barhilgirê de ye.

Şofêr dibêjin, tiştek ji destê wan nayê û ew li pey nanê zarokên xwe ne.

"Em 3-4 rojan li vê derê di dorê de dimînin"

Şofêrê Barhilgirê Mustafa Ezen got, “Li vê derê germahî nêzîkî 50 pileyî ye. Em jî hewl didin li vê derê xwe hinekî hênik bikin. Tiştek ji destê me nayê, em li pey nanê xwe ne. Jixwe em 3-4 rojan li vê derê di dorê de dimînin.”

Şofêr li ber sîbera barhilgiran xwe ji germê diparêzin û ew ji germa zêde û bendemayînê bêzar in.

"Weleh em zehmetiyan dibînin"

Şofêrê Barhilgirê Mehmet Koluman jî got, “Weleh em zehmetiyan dibînin. Tu dibînî ka germahî çawa ye. Hewce nake ez bibêjim.”

Li gor zanyariyên ku Rûdawê êvara duşemê ji karmendên aliyê Silopayê bi dest xistine rojane derdora 1700 barhilgirî ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanê û Iraqê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst