WAN - Îsal ceh û genim bibereket e

08-08-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Genim û Ceh Dirûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qelqeliya Wanê ji ber ku baran di mehên biharê de baş barî ceh û genimê ku li ser qadeke 92 hezar dekarî hatiye reşandin îsal dê zêde be.

Rêvebirê Çandinî û Daristanan ê Qelqeliyê Feyzullah Tekîner ragihand ku barana îsal bariye ji bo ceh û genim gelekî baş bû.

Feyzullah Tekîner got ax ji avê têr bû û wiha pê de çû:

"Dema reşandina genim û mehên zivistanê hişkayî hebû lê biharê têra xwe baran barî. Ji ber vê jî di zeviyan de zehmetî çênebû.

Barana ku biharê barî ji bo ceh û genim pir baş bû. Ceh û genim simbil dan. Em îsal li bendê ne ku li gorî salên din zêdetir bibereket be.

Dema dirûnê nêzîk e. Em li bendê ne ku serê dekarê 600 kîlo bê bidestxistin."

"Îsal baranê rûyê cotkaran geş kir"

Serokê Odeya Ziraetê Şayettîn Ceylan jî got par çandinî ne baş bû û wiha dewam kir:

"Îsal baranê rûyê cotkaran geş kir. Hem ji bo gîha û hem jî ji bo dexl û dan pir baş e.

Dema çandiniyê hindik ma. Em hêvî dikin ku cotkarên me çandiniya xwe bê zirar biqedînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst