Li Çiyayê Qerejdaxê agir bi daristanê ket

08-08-2023
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Qerejdaxê Agir Daristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Qerejdaxê yê di navbera parêzgehên Riha, Amed û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê de, şeva borî ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket.

Li navçeya Wêranşarê de, doh bi şev saet 23.00yan ji ber sedemeke nediyar agir bi daristana Çiyayê Qerejdaxê ket.

Agir ji ber bayê gur hin bi hin zêdetir belav bû.

Welatiyên li navçeyê demildest gihiştin herêmê û wan bi hewlên xwe dest bi vemirandina agir kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê yên Şaredariya Wêranşarê jî çûn cihê bûyerê.

Agir bi xebata welatiyan û tîmên agir vemirandinê yên Şaredariya Wêranşarê hat vemirandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst