Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê di şerê çekdarî yê di navbera 2 malbatan de 4 kes birîndar bûn, birînên 2 kesan giran in.
Li taxa Altintaşê ya navçeya Midyadê di navbera 2 malbatên ku berê jî di navbera wan de alozî derketibû, nîqaş derket.
Piştî nîqaşê her du aliyan bi çekan êrişî hev kir û 4 welatiyên bi navên S.T, E.T, S.A. û Î.A birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê û birîndar birine Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.
Hat ragihandin ku birînên 2 kesan giran in û rewşa wan ne baş e.
Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kiriye û çend kes desteser kirine.
Herwiha roja duşemê jî li taxa Yunus Emreyê ya Midyadê di şerê çekdarî yê 2 malbatan de 10 kes birîndar bûbûn.
Di 7 mehên dawî de hezar û 938 êrîşên çekdarî hatine kirin
Li gorî rapora Weqfa Umutê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 7 mehên dawî de hezar û 938 êrîşên çekdarî hatine kirin û di wan êrişan de hezar û 200 kes hatine kuştin.
Li gorî amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê sala 2022an 69 hezar û 892 kes ji ber bikaranîna çek û kêran hatine darizandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse