Li ser binpêkirinên grûpên çekdar ên li Efrînê raporek hat belavkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetirî 5 sal û 4 mehan e ku grûpên çekdar li Efrîna Rojavayê Kurdistanê binpêkirinan dikin.

Lêkoler û berpirsê pêwendiyan ê Rêxistina Pêlê ya Sivîl Heysem Heskê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa hûrgiliyan û awayê karê wê rêxistinê yê di belgekirina binpêkirinan de kir.

“Leşkerên Tirkiyeyê beşdarî binpêkirinan dibin”

Berpirsê Pêwendiyan ê Rêxistina Pêlê Heysem Heskê li ser binpêkariyên grûpên çekdar got:

“Leşkerên Tirkiyeyê beşdarî binpêkirinan dibin û 5 binpêkirinên wan hatine destnîşankirin.

Binpêkirin bi vî rengî bûn, 38 jê li bajarê Efrînê û gundewarên wê, 21 li navçeya Racoyê û gundewarên wê, 18 li navçeya Cindirêsê û gundewarên wê, 13 li navçeya Bilbilê û gundewarên wê, 9 li navçeta Mabatayê û gundewarên wê û 4 jî li Şêranê û gundewarên wê bûn.”

“Çekdaran dest daniye ser 37 hezar û 856 darên zeytûnan”

Li gorî lêkolîna Rêxistina Pêlê ya ku bi 90 kesên ji Efrînê re hevdîtin kiriye, binpêkirinên ku grûpên çekdar li Efrînê kirine wiha ne:

“Ji sala 2018an ve heta niha, çekdaran dest daniye ser 37 hezar û 856 darên zeytûnan. 9 hezar û 340 mêw û dêliyan.

2 hezar û 764 darên biber hil kirine yan birîne. Derdora 270 darên biber jî şewitandine. Çekdaran dest daniye ser 124 malan û 42 zevî, xanî û firoşgehan.”

“Efrînî dixwazin rêxistinên navneteweyî hesabê ji Tirkiyeyê bixwazin”

Lêkolera tîma Projeya Kaniyê ya Rêxistina Pêlê Xunav Osman jî bal kişand ser ku Tirkiye beşdarî binpêkirinan dibe û anî ziman:

“Em ji dewletên navneteweyî dixwazin ku hesabekî ji dewleta Tirkiyeyê bixwaze ku alîkariya van grûpên ku mal û milkên Efrîniyan didizin, dike.

Herwiha me gelek hevdîtin jî kirin, xwestekên Efrîniyan ji dewlet û rêxistinên navneteweyî ew e ku lêpirsînê di derheqê dewleta Tirkiyeyê û grûpên alîgirên wê de bike.”

20ê Kanûna Paşîn a 2018an, Tirkiyeyê bi navê “Operasyona Çiqlê Zeytûnê” êrişî Efrîna Rojavayê Kurdistanê kir.

Bêhtirî 25 grûpên çekdar di êrişê de li kêleka artêşa Tirkiyeyê bûn ku hinek ji wan Artêşa Azad a Sûriyeyê, Bereya Nusre, Ehrar El Şam, Firqeya Hemze û Firqeya Sultan Murad in.

Ev grup bi derdora 25 hezar çekdaran beşdarî êrişê bûn.