Serokê PAKê ji Rêvebirê Giştî yê Rûdawê re sersaxî xwest

08-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mistafa Ozçelîk ji ber koça dawî ya bavê wî sersaxî ji Ako Mihemed Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê re xwest.

Bavê Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, kesayetê olî yê navdar ê Soran a Hewlêrê Hacî Mihemedê Elî Mihemed Gerdî roja Şemiyê 6ê Tebaxa 2022an di 92 saliya xwe de koça dawî kir.

 Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozçelîk di peyamekê de bo Rêvebirê Giştî yê Rûdawê hevxemiya xwe nîşan da dibêje: “Me bi xemgînî, wefata bavê  cenabê te bihîst. Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.”

Ozçelîk herwiha sersaxî ji Ako Mihemed û malbata wî re xwest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst