Artêşa Tirkiye li Bedlîsê dest bi operasyoneke nû kir

08-08-2022
RÛDAW
Nîşan Artêşa Tirkiyê Bedlîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiye li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê li dijî gerilayên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi nave “Eren Dorpêç – 32” kir.

Operasyonên Artêşa Tirkiyê yên bi hinceta hebûna gerilayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi dawî nabin û rojane li navçe û parêzgehên cuda dest bi operasyonên nû dike.

Li gor daxuyaniyeke ku ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belav kirin, Artêşa wî welatî îro 8ê Tebaxa 2022ê li parêzgeha Bedlîsê dest bi operasyona bi nave “Eren Dorpêç-32” kiriye 520 leşker, gundparêz û polîsên taybet bi 51 tîmên cuda têde beşdar in.

Zincîra operasyonên Artêşa Tirkiyê yên  bi navên cuda ji sala 2017ê ve li Bakurê Kurdistanê bi berdewamî tên kirin. Artêşa Tirkiye ev derdora 9 meh in bi navê operasyonên “Eren” li navçeyên cuda yên sînorê parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê dest bi zîncîre operasyonên xwe yên nû kiriye û ew operasyon berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst