Balyozxaneya Amerîkayê: Em ji girtina rojnamevan û parlamenteran li Silêmaniyê nîgeran in

08-08-2022
RÛDAW
Nîşan Xwepêşandan Herêma Kurdistanê Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê dilgiraniya xwe li hember girtina rojnamevan, çalakvan û parlamenterên Herêma Kurdistanê nîşan da û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku pêdaçûnê li tedbîrên xwe bike û "giringiyê bide rola medyaya azad, xwepêşandanên aştiyane û serweriya yasa ye."

Roja Şemiyê, li ser daxwaza Tevgera Nifşê Nû, hewla xwepêşandanekê li seranserî Herêma Kurdistanê hat dayîn lê ji ber ku xwepêşandan bê destûr bû, hejmarek rojnamevan, çalakvan û parlamenterên ser bi Nifşê Nû hatin girtin.

Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê di daxuyaniyekê de gotiye, “Em ji bikaranîna gaza rondikrêj û guleyên plastîk ji bo belavkirina xwepêşanderan, her wiha girtina rojnamevan, endamên civaka sivîl û endamên parlemanê li Herêma Kurdistanê berî xwepêşandanên 6ê Tebaxê li Silêmaniyê nîgeran in.”

Balyozxaneya Amerîka her wiha aniye ziman, “Ji bo ku demokrasî bi ser bikeve, divê hikûmet maf û azadiyên mirovî yên destûrî û gerdûnî biparêzin, di nav wan de azadiya civîn û xwepêşandanên aştiyane, azadiya raderbirînê, mafê darizandina dadperwer û mafê karkirina rojnamevanan ku karê xwe bi azadî û bê destwerdan bikin.”

Koordînatorê Navenda Metro Diyarî Mihemed roja Şemiya 6ê Tebaxa 2022an ji Rûdawê re ragihand, wan 70 binpêkirin li dijî 52 rojnamevan û dezgehên ragihandinê tomar kirine. 21 binpêkirinên desteserkirinê, 4 serdegirtina malan, 16 astengî, 5 birîndarî bi bombeyên gazê, 23 desteserkirina alavên rojnamegeriyê û girtina kanalekê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst