Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê bang li hejmarek ji çalakvanên Kurd ên Urmiyê dike û li ser behskirina mijarên neteweyî û nîştimanî peymanekê bi wan dide dagirtin.
Li gor zanyariyên Rûdawê, di van rojên borî de Rêveberiya Polîsê Urmiyê herî kêm gazî 7 çalakvanên Kurd kiriye û hişyarî dane wan ku li ser Pirsa Kurd neaxivin û peymanekê bi wan dide dagirtin ku behsa nakokiyên etnîkî yên bajêr nekin.
Yek ji kesên ku hatiye gazîkirin û peyman pê hatiye dagirtin diyar kir ku ji wan re gotine ku bangewaziya dagirtina peymanê belav nekin û bila haya kesî jê çênebe.
Ev bangewazî piştî wê yekê tê ku hejmarek çalakvanên Kurd ên Urmiyê li dijî hilbijartina kesekî ku wek “Dijî Kurd” tê naskirin, wek berdevkê Encûmena Bajêr ê Urmiyê hatiye hilbijartin nerazîbûn nîşan dabûn.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, 2 ji wan 3ê endamên Kurd ên Encûmena Bajêr ê Urmiyê deng dane wî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse