Sê zarokên rizgarbûyên ji destê DAIŞê bê xwedî mane

Hewlêr (Rûdaw) - Du bira û xwîşkek ên Kurdên Êzidî ku ji destê DAIŞê rizgar bûne niha bê xwdî mane û daxwaza alîkariyê dikin.

Sê zarokê rizgarbûyên destê DAIŞ ku bi dayîk û bavên xwe re hatibûn revandin, hatine rizgarkirin lê çarenivîsa dayîk û bavê wan nediyar e, mamê wan wan zarokan xwedî dike. Mamê wan kesekî bi temen e daxwazê dike hikûmet alîkariya wan bike.

Ew zarok li navçeyên cûda hatine rizgarkirin, yek ji wan sala 2017 di bin destê DAIŞê de hate rizgarkirin ku ew biribûn Tirkiyê. Xwîşka wan zarokan keçeke 17 salî ye ku niha hatiye rizgarkirin û berdewamiyê dide xwendina xwe û xwe fêrî zimanê îngilîzî dike. 

Mamê Zarokên Rizgar bûne  Omer Xelef dibêje: “Em nafê me hemûyan li ba Ofîsa Rizgarkirina Revedaniyan tomarkirî ye. Em dixwazin yasaya rizgabûyên ji destê DAIŞê were cîbicîkirin. Bav û dayîkên wan hêj bêserûşûnin. Em dixwazin bitir alîkariya me bê kirin û hinek pere ji van êtîm û sêwiyan re bê tarxankirin.”

Medîhe, Ednan û Barzan ji navçeyên cuda cuda yên Iraqê ên heta sala 2017an li jêr desthilatdariya DAIŞê de bûn rizgar bûne. Yê herî dawiyên Berzan e hatiye rizgarkirin ku ew ji Iraqê biribûn Tirkiyê wê demê ew sê salê bû. Berzan dema hat rizgarkirin zimanê dayîkê ji bîr kiribû û bi tenê tirkî diaxivî.

Rizgarbûyê ji destê DAIŞê Berzan Îbrahîm jî got: “Dema em birin ez biçûk bûm. Temenê min 2-3 salî bû. Ez birin Tirkiyê û 4-5 salan ez li wir mam û paşê hatim vir.”

Rizgarbûyê ji destê DAIŞê Ednan Îbrahîm jî got: “Piştî ku DAIŞê em revandin em birin Tileferê em desteser û 5-6 mehan li wir mam. Piştî ku ew navçe hat rizgarkirin ez li Asayişa Zemarê bûm û paşê mamê min hat ez bi xwe re anîm.”

Medîhe Îbrahîm niha 17 salî ye piştî hatiye rizgarkirin berdewamiyê dide xwendina xwe û xwe fêrî zimanê îngilîzî dike. 

Rizgarbûya Destê DAIŞê Medîhe Îbrahîm jî dibêje: “Di destê DAIŞê de gelek tiştan hatin serê me û gelek tehdayî li me bû. Niha spas ji Xwedê re ez ji destê DAIŞê rizgar bûme û berdewamiyê didim xwendana xwe û ji xûlên fêrkirinê jî sûdê werdigirim. Ez niha diçim qursa Îngîlîzî.”

Di encama êrişê DAIŞê bo ser devera Şingalê de 6 hezar û 417 kes hatin revandin û 3 hezar û 550 ji wan hatin rizgarkirin û 2 hezar û 867 kes jî heta niha çaresnivîsa wan nediyar e.

Par parlemntoya Iraqê deng li ser biryareke taybet a qerbûkirin û parastina mafê rizgarbûyên ji destê DAIŞê da, lê ev biryar heta niha jî ne ketiye di warê cîbicîkirinê de.