Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî ji ber koça dawî ya bavê wî, sersaxî ji Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed û malbata wî re xwest.
Bavê Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, kesayetê olî yê navdar li Soranê Hacî Mihemedê Elî Mihemed roja Şemiyê 6ê Tebaxa 2022yan di 92 saliya xwe de koça dawî kir.
Berpirsê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî îro Duşemê ji ber koça dawî ya Hacî Mihemedê Elî Mihemed, di peyamekê de sersaxî ji Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed û malbata wî re xwest.
Şîna Hacî Mihemed Elî Mihemed li Mizgefta Şafiî ya Soranê hatiye danîn.
Di heman demê de, rayedar û berpirsên Herêma Kurdistanê û Iraqê, wezaret û kesayetan sersaxî ji Ako Mihemed û malbata wî re xwestin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse