Li Rojhilatê Kurdistanê 2 bira di çemê Kelwê de xeniqîn

08-08-2022
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Urmiye Serdeşt Xeniqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Serdeştê ya Rojhilatê Kurdistanê du bira di çemê Kelwê de xeniqîn.

Du birayên genc yên xelkê bajarê Urmiyê li seyrangeheke serbi bajarê Serdeştê di çemê Kelwê de xeniqîn.

Roja derbasbûyî malbeteke xelkê Urmiyê ji bo bêhnvedanê çûbûn seyrangeha Pirdanan li ser çemê kelwê di navbera Pîranşar û Serdeştê, 3 birayan di çem de melevanî kirine.

Di dema melevaniyê de her sê bira binav dibin, yek ji wan tê rizgarkirin, lê 2 birayên din ku temenê wan 23 û 25 salî bûn, di avê de xeniqîn.

Ew bûyer demjimêr 6ê êvara Yekşemê li nêzîk gundê Şîwemêrî yê ser bi Serdeştê li ser çemê Kelwê qewimî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst