Galeriya wêneyan

08-08-2021
11 Photos
RÛDAW

Amed (Rûdaw) - Her sal bi sed hezaran geştyar serdana cihên dîrokî yên Amedê dikin. Di Hezîrana îsal de 220 hezar geştyar serdana bajêr kirine.

Li parêzgehên Bakurê Kurdistnaê ku bêkarî zêde ye, dahatên geştyariyê ji bo niştecihên herêmê çavkaniyek girîng e. Piştî ku qedexeyên koronavîrusê di 1ê Hezîranê de qediyan, hatina pêleke geştyaran ber bi herêmê ve destpê kiriye.

Bi hebûna sûra Amedê û cihên dîrokî, baxçeyên Hevselê, Mizgefta Hz. Silêman û gelek cihên din û xwarinên xwecihî yên Kurdewarî, her sal bi sed hezaran geştyarên herêmî û biyanî serdana Amedê dikin.

Ji bilî kesên ku ji parêzgehên derdorê ji bo serdanên rojane tên, geştyarên ji Ewropa û welatên din jî tên.

Wêne: Husên Koca / Rûdaw