Birîtanya mafê penaberiyê dide wergêrên Efxanî

08-08-2021
RÛDAW
Talîban berdewam gef li wan kesan dixwe ku ligel hêzên biyanî kar kirine
Talîban berdewam gef li wan kesan dixwe ku ligel hêzên biyanî kar kirine
Nîşan Brîtanya Efxanistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bûyera kuştina wergêrekî Efxanî ji aliyê çekdarên Talîban ve ku ligel hêzên Amerîkî kar dikir, Birîtanya biryara wergirtina wergêrên Efxanî da ku ligel hêzên wî welatî li Efxanistanê kar dikirin.

Talîban berdewam gef li wan kesan dixwe ku ligel hêzên biyanî kar kirine û niha metirsî li ser jiyana wan heye, ji ber ku çekdarên wê rêxistinê pêşde diçe û navenda wîlayeteke din ya Efxanistanê kontrol kirin.

Wergerên Afganî yên ku li gel Hêzên Berîtanî li Afganistanê kar dikirin, niha ji aliyê Hikûmeta Berîtanyayê ve li Berîtanya tên bicîkirin.

Ew kesên ku li gel Hêzên NATOyê kar dikirin, metirsî li ser jiyana wan heye û ji aliyê Talîbanê ve gefan dixwin û gelek ji wan hatin kuştin.

Wergêrê li gel hêzên Berîtanya li Efxanistanê dibêje: “Ez şahidhalê kuştina 8 kesan bûm, li nêzîkî mala min. Ew bi motorsîklan dihatin û xelk dikuştin. Carekî kesekî deriyê mala min vekir û li rûyê min da û pozê min şikand.”

Bi pêşketina Talîbanê û kontrolkirin gelek navçeyan, ew kesên ku wek werger li gel Hêzên NATOyê kar dikirin daxwazê ji wan welatan dikin wan bibin cem xwe, daku bên parastin.

Yek ji wan wergerên ku li gel hêzên Berîtanî kar dikir, niha bo Berîtanyayê hatiye birin, ew daxwazê ji Hikûmeta Berîtanyayê  dike hemû wergeran bibe Berîtanyayê û jiyana wan biparêze

Wergêrê li gel hêzên Berîtanya li Efxanistanê got: “Ez daxwazê ji Hikûmeta Berîtanyayê dikim, kesên ku ligel wê kar dikirin, li dû xwe nehêle. Eger ew hovên, alavên kuştinê, bên Kabulê, dê hemûyan bikujin.”

Bêhtir ji yek hezar û 400 wergerên Efxanî yên ku li gel Hêzên Berîtanî kar dikirin,li gel malbatên xwe, ji aliyê Hikûmeta Berîtanyayê ve li wî welatî hatine niştecîkirin.

Hikûmeta Berîtanya herwiha hewl dide 3 hezar kesên din  jî ji kes û karên wan wergeran bibe Berîtanya.

Serokê berê yê hêzên Berîtanî David Richards jî dibêje: “Wan ji wir derxin û rihê comerdî yê peywendiyên di navbera wergeran û Hêzên Berîtanî de, nîşan bidin.”

Di 2001an de Berîtanyayê derdora 10 hezar leşkerên xwe şandin Efxaanistanê, da ku li gel Hêzên NATOyê  li dijî Talîban û Qaîde şer bikin. Di 2014an de, wê hemû leşkerên xwe ji wir vekşandin û tenê 750 leşker hiştin ji bo rahênankirina hêzên Efxanî, ku tê pêşbînîkirin  heta Îlona îsal li gel hêzên Amerîka û hêzên din ên NATOyê ji wî welatî vekişên, di demekê de ye Talîban di pêşketinê de ye û herdû bajarên Zerenc, li Wîlayeta Nîmroz û bajarê Şerbexanî li Wîlayeta Cozcan xistin bin kontrola xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst