Cejna Cema ya Kurdên Êzidî birêve diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî 2 hezar kurdên Êzidî bo beşdarbûna di cejna Cema de, çûne mezargeha Şerfedîn a li Şingalê.

Rêwresmên Cejna cema bo dema 2 rojan berdewam dibin, beşeke mezin ji peyayên olî û kesayetiyên Kurdên Êzidî beşdar dibin û îsal tenê nîvê wan welatiya çûne mezargehê, ku di salên derbasbûyî de çûbûn.

Simaîl Behrî, Mgêwrê Mezargahê Şerfadîn dibêje, "îro Cejna Cema ye, pariya Şerfedîn tê siwarkirin. Em li ber Şerfedîn duaxwazin ji Êzidiyan, xêr, xizmetê, îbadetê, tifaqê û xêrê re."

Mezargeha Şerfedîn ji pîroztirîn mezargehên Kurdên Êzidî ye li Şingalê û nêzikî 2000 kes di merasîma Cejna Cema de li wê mezargehê amade bûn.

Xelîl Behrî, yek ji kesayetên olî yên Êzidiyan, diyar dike, "Berê kêf û xweşî bû, niha ji ber vê nexweşiya hatî û fermana bi sere Êzidiyan de hatiye ev 4-5 sal e xweşî nîne."

Cejna Cema salane dikeve destpêka meha Tebaxê û bo dema 2 rojan berdewam dike. Îsal li gor par rêjeya beşdaran ji %50 kêm bû di wê merasîmê de.

Yek ji beşdarên merasîmê Lîna Mîrza dibêje, "Ez cejna hemû Êzidiyan pîroz dikim û em ji Xwedû dixwazin hemû xelkê mayî di destê DAIŞê de rizgar bibin."

Beşdareke din a bi navê Zîna Ferhan jî hêviya xwe tîne ziman bo rizgarkirina xelkê di destê DAIŞê de dîl mane û dibêje, "Eger ew hatiban û xelkê li kampan vegeriyaba gelek xweş dibû."

Piştî sala 2014an ev yekem car e bi vê rêjeyê xelk serdana Mezargeha Şerfedîn dike û ti kesî di wê merasîmê de bi mask û lepik nayê dîtin û Tendirustiya Şingalê jî dibêje ew nikarin kontrola xelkê bikin.

Sala 2014an DAIŞê 17 caran êriş bir ser Mezargeha Şerfedîn û berdewam êrişên wan dihatin şikandin ji aliyê Pêşmerge û şervanên Êzidî ve.

Heta niha nêzikî 3 hezar Pêşmerge Mezargeha Şerfedîn û derdora wê diparêzin.