Li Erzeromê di encama şerê 2 malbatan de 8 kes birîndarbûn

08-08-2020
RÛDAW
Nîşan Erzerom Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tatosê ya Erzeroma Bakurê Kurdistanê di navbera 2 malbatan de şerê bi kevir û daran derket û di encamê de, 8 kes birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Erzeromê, li taxa Kirikhanê ya navçeyê, di navbera malbatên Kisli û Karadaş ku pêştir di navbera wan de nexweşî hebû, şerê bi daran û keviran derket.

Li ser bûyerê yekîneyên ser bi fermandariya vendirmeyan ji bo rawestîna şerê herdu malbatan çûne cihê bûyerê û di dema cendirme digihêjin cihê bûyerê alozî hêj berdewam dibin.

Di wê navberê de, cendirmeyekî ku di encama dehfdanê de ketiye xwarê û gule ji dabanca wî hatine berdan, 2 kesên bi navê Emîr Musa û Îrfan ên ji heman malbatê birîndar bûne.  

Herwiha ji herdu malbatan 6 kesên din jî di encama şerê bi kevir û daran de birîndar bûne.

Kesên birîndar bo nexweşxaneya navçeyê hatin veguhestin û li gor zanyariyan rewşa birîndaran baş e.

Li gel vê yekê 4 kesên ku bûne sedema şer ji aliyê cendirmeyan ve hatin desteserkirin û di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst