Tirkiyê kuştina 2 berpirsên TAK û PKKê ragihand

08-08-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye MÎT PKK TAK Çiyay Gare Kurdistan Êrîşa Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyê ragihand, di operasyoneke hevbeş a artêşê û Saziya Îstixbarata Niştimanî ya wî welatî (MÎT) de, du berpirsên PKKê ku têkilî bi bûyera kuştina dîplomatê Tirkiyê ya li Hewlêrê hene, li Başûrê Kurdistanê hatine kuştin.

 

Ajansa fermî ya hikûmeta Tirkiyê, Ajansa Anadoluyê îro Çarşemê ragihandiye, MÎTê û artêşa wî welatî roja 30ê Tebaxê (9 roj berî niha) li nav axa Başûrê Kurdistanê operasyoneke hevbeş li dijî PKKê encam dane û di wê operasyonê de du berpirsên PKKê kuştine.

 

Li gor agahiyên ku AAyê belav kirine, operasyon li “Çiyayê Gare” hatiye kirin û di operasyonê de, berpirsekî rêxistina Teyrêbazên Azadiya Kurdistan (TAK) a ser bi PKKê ve ''Hacî Kurhan'' ê bi navê kod ''Botan'' û herwiha alîkarê wî ''Metîn Akgun'' ê bi navê kod ''Kendal'' hatine kuştin.

 

Hacî Kurhan û Metîn Akgun di “kategoriya şîn a lîsteya terorê ya Tirkiyê” de bûn.

 

Hatiye ragihandin, ew her du kes di nava otomobîlekê de bûne ku hatine hedefgirtin.

 

PKKê yan TAKê heta niha derbarê vê yekê de ti daxuyanî nedane û nûçeya kuştina wan kesan red an piştrast nekirine.

 

Li gor zanyariyên ku Anadoluyê belav kiriye, têkiliya wan herdu kesan bi bûyera teqekirina li Hewlêrê ya di 17ê Tîrmehê de kuştina dîplomatekî Tirkiyê hebûye.

 

Roja 17ê Tîrmehê, çend kesan li xwaringeheke Hewlêrê teqe li dîplomatekî Tirkiyê kirin, ku di encamê de ew dîplomat Tirk û du welatiyên Herêma Kurdistanê hatin kuştin. Piştre tometbarê sereke yê vê bûyerê Mazlum Dag û çend tometbarên din ji aliyê hêzên Asayiş û Dije Terora Kurdistanê ve hatin girtin.

 

Anadoluyê herwiha îdia kiriye, Kurhan perwerdehî dida kesên ku nû ji Sûriyê tevlî nav PKKê dibûn û piştre ew ji bo encamdana çalakiyan dişandin Edene, Mêrsîn û Tersusê. Li gor heman îdiayan, Kurhan li herêma Behra Spî û Egeyê ku di warê geştyarî, aborî û stratejîk de ji bo Tirkiyê giring in, çalakî encam dane.

 

Tirkiye di wan demên dawî de, hewlên xwe yên li dijî PKKê zêdetir kirine.

 

Herwiha di maweya du mehên bihorî de, çend berpirsên mezin ên PKKê di êrîşên esmanî yên Tirkiyê de hatine kuştin, ku Endamê Konseya Rêvebir a KCKê, Diyar Xerîb û Endamê Pêwendiyên Derve yê KCKê, Serhed Varto Serhed Varto ji diyartirîn wan serkirdeyan in.

 

Diyar Xerîb tevî 2 gerîlayên din roja 5ê Tîrmehê di êrîşeke esmanî ya Tirkiyê de bo ser Qendîlê canê xwe ji dest dabû. PKKê di 7ê Tîrmehê de bi daxuyaniyekê nûçeya kuştina Diyar Xerîb piştrast kiribû.

 

Serhed Varto (Emrullah Dursun) jî tevî 4 gerîlayên din roja Çarşemî 17ê Tîrmehê di encama êrîşeke Tirkiyê de bo ser baregehên wan li Qendîlê jiyana xwe ji dest dabû.

 

Herwiha Wezareta Navxwe ya Tirkiyê roja 20ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de aşkere kiribû, ku di êrîşeke esmanî de bo ser pêgehên PKKê ku roja 16ê Tîrmehê hatibû encamdan, berpirsa PKKê ya bi navê Sûrxîn Erûh (Meryem Aksu) li navçeya Pasûr a Amedê tevî 3 gerîlayên din hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst