KNK-Rojava: Pêwîstî bi konferanseke netewî heye

Qamişlo (Rûdaw) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civînên Kongreyê Niştimanî ya Kudistanî-Rojava(KNK-Rojava) birêve çûn û têde komîteyek hat avakirin ji bo ku amadekariyên lidarxistina kogireyê temam bike. Berdevkê KNK-Rojava Dîlawer Zengî dibêje ji ber gefên li dijî Rojavayê Kurdistanê hatine pêwîst e di zûtirîn demê de konferansek were lidarxistin.

 

Li bajarê Qamişlo îro  KNK-Rojava civîna xwe yên dawiyê bidawî kir û biryara lidarxistina kongreyê yekrêziya kurdî û avakirina komîteya amadekar hat dayîn.

 

Berdevkê KNK-Rojava Dîlawer Zengî di konferanseke rojnamevani de ragihand, ku armanca wan ji kongireyê ew e, lêvegereke Kurdî were avakirin û daxwaz ji Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Partiya Pêşverû û Partiya Yekîtiya Kurdistanî jî kirin ku di kongireyê de beşdar bibin, lê heta niha bersiva wan nedane.

 

Dîlawer Zengî diyar kir ku biryara lidarxistina konferansekî di nava mehekê de hate dayîn, her wiha komîteya amadekar ji 8 endaman hate damezrandin.

 

Zengî got: “Komiteya Peywendiyan a KNK hevdîtin ligel ENKS, Partiya Pêşverû û Partiya Yekîtiya Kurdistanî kirin û dawza beşdarkirinê ji wan hatî kirin, lê heta niha jî wan ti bersiveke erênî nedaye. Lê em bêhevî nabin û em dê dîsa jî hewldanên xwe bikin. Ji ber gefên li dijî serkevtinên Rojavayê Kurdistanê hatine kirin, pêwîst e em di zûtirîn demê de vê konferansê lidar bixin, çimkî girîngiya miletê me pê heye, yekrêziya tevgera siyasî ya Kurdî girîngî pê heye.”