Navê cihên Efrînê têne erebkirin

08-08-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Efrîn Guhertin Nav Erebkirin Kawa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî prosesa Erebkirina nişteciyên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya ser bi Tirkiyê ve dest bi erebkirin û guhertina navê cih û monûmemtên nav bajarê Efrînê kirine.

 

Çavkaniyên ku ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re axivîne didin zanîn ku ji bilî niştecîkirina bi hezarên erebên Xûteya rojhilat, Hims, û deverên din ên Sûriyê li nav bajarê Efrînê, grûpên çekdar dest bi prosesa Erebkirina meydan û monûmentên nav bajêr kirine.

 

Grûpên çekdar navê Meydana Kawa yê hesinger kirine Meydana Çiqlê Zeytûnê. Navê meydana Wetenî, anku Welatê Min, kirine Meydana Şehîdên 18ê Adarê.

 

Berê jî, grûpên çekdar pankartên ferzkirina hîcabê, anku serûkê li cadeyên Efrînê vedabûn. Herwiha pankartên ferzkirina nimêjê û gefxwarinê li nemêjkeran li cadeyên Efrînê vedabûn.Cihê wênekêşanê, firoştina mobîlan û dermanxane kirine qesabxane û cihê firoştina goştê deveyan.

 

Navê cih û şûnên bazirganî yên girêdayî çand û kultûra herêmê bi navê biyanî guhertine.

 

Piştî kontrolkirina bajarê Efrînê ji aliyê hêzên hikûmeta Tirkiyê û grûpên çekdar ên bi ser ve, xelkê wê herêma Rojavayê Kurdistanê gilî ji guhertina demografî û sîmayên civakî, çandî û kultûrî li ser destê wan hêzan dikin.

 

Li gorî çavkaniyên agahdar ji rewşa herêma Efrînê, heta niha derdora %50 ji nişteciyên resen ên herêma Efrînê koçber û derbider mane. Li hember jî bi qasî wê rêjeyê Erebên deverên cuda li bajar, bajarok û gundên herêmê hatine niştecîkirin û ziman, kultûr, çand û hejmûna bazirganî ya erebên niştecîkirî li ser Kurdên resen ên herêmê bi darê zorê tê serdestkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst