30 sal piştî şerê Iraq û Îranê hê jî gefa mayînan li ser xelkê Kurdistanê heye

08-08-2018
Huner Ehmed
Huner Ehmed
Li axa Başûrê Kurdistanê 35 cure mayîn hatine vedan
Li axa Başûrê Kurdistanê 35 cure mayîn hatine vedan
Nîşan Îran Iraq Şer Kurdistan
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – 30 sal di ser şerê Iraq û Îranê re derbas bû, lê paşmahiyên wî şerî li ser sînorê navbera axa Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hêj mane.

 

Li gundê Bilaxlû yê ser bi bajarokê Gapîlun ê li devera Şarbajêr a li sînorê parêzgeha Silêmaniyê, berî destpêkirina şer nêzîkî 100 mal hebûn, lê niha tenê 20 mal mane û yek ji wan gundan e ku li asta Herêma Kurdistanê ji ber paşmahiyên şerê Iraq û Îranê herî zêde qurbanî dane.

 

Li rûbereke berfireh a çiyayên wê deverê mayîn hatine vedan û 15 kesên ji gundê Bilaxlû ji ber teqîna mayînan canê xwe ji dest dane û 20 kes jî dest û lingên xwe ji dest dane, herwiha 70 kes jî birîndar bûne.

 

Welatiyê bi navê Xalid Usman yek ji qurbaniyê mayînê ye û zanyariyên wî li ser wê yekê heye ku li gundê wan 15 deverên mayînê hene ku jiyana niştecihên gundê wan xistine metirsiyê.

 

Di dema rakirina mayînan de 130 karmendên rakirina mayînan bûne qurbanî ku zêdetirî 80 kesan canê xwe ji dest dane.

 

Hikûmeta Beisê di serdema şer de navbera 8 heta 10 milyon mayîn li axa Herêma Kurdistanê vedan, bi vî awayî %51ê axa Başûrê Kurdistanê bi mayîn kir. Rûbera devera ku mayîn lê hat vedan, 777 hezar metre çargoşe bû, niha %70ê wê hatiye paqijkirin.

 

Nêzîkî 35 cure mayîn li axa Herêma Kurdistanê hatiye vedan, ku ji wan herî metirsîdar cureya Farmara ye ku 50 metre ji dûr ve diteqe û dibe sedema kuştin û birînên giran. Li Başûrê Kurdistanê 14 hezar û 500 kes bûne qurbaniyên vê dijmina veşartî, ji sedî 80ê vê hejmarê jî canê xwe ji dest dane.

 

Li deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bi du şêwazan mayîn hatine vedan, şêwazeke wê bi endezyarî ye û ya din jî belawela ye, lê belê herdu cure jî pirsgirêk derdixin wan tîmên ku mayînan radikin, çimku şêwaza endezyariya wê ji aliyê hikûmeta berê ve hatiye windakirin.

 

Ji bo beşa ku dikeve sînorê Komara Îslamî ya Îranê, heta niha jî Îran amadebûna hevahengiya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan nedaye daku ji bo rakirina mayîn hêsankariyê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst