Yekitiya Ewropayê di demek nêzîk de nûnertiya xwe li Kurdistanê vedike

 

Hewlêr (Rûdaw) – Yekitiya Ewropayê dê demek nêzîk de nûnertiya xwe li Herêma Kurdistanê veke.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa ragihand, Yekitiya Ewropayê biryar daye di demek nêzîk de nûnertiya xwe li Herêma Kurdistanê veke.

Felah Mistefa diyar kir ku ew kêfxweş in Yekitiya Ewropayê daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo vekirina nûnertiya xwe pejirandiye û got, Yekitiya Ewropayê ku ji 28 welatan pêk tê, giraniya xwe di siyaset û aboriya cîhanê de heye û dikare di vê rewşa niha de alîkariyek baş bide Herêma Kurdistanê.

Wî rayedarê Herêma Kurdistanê her wiha got ku çi ji destê hikûmet û fermangeha pêwendiyên derve were dê ji bo serkeftina karûbarên nûnertiya Yekitiya Ewropayê bikin.

Niha nûnertiya 33 welatên cîhanê li Başûrê Kurdistanê heye.