Meşa li dijî danîna qeyûm gihişt Colemêrgê

Hewlêr (Rûdaw) - Beşdarên meşa Meşa Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ku 3ê vê mehê li dijî qeyûm li Wanê dest pê kir, îro gihiştin Colemêrgê.

DEM Partiyê 3yê Tîrmeha 2024an li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi beşdariya Hevserokê DEM Partiyê û hinek parlamenter, berpirs, endamên partiyê meş dabû destpêkirin.

Beşdarên meşê piştî 5 rojan gihiştin Colemêrgê û li herêma Depinê ji aliyê hinek welatiyan ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî daxuyaniya bi beşdariya hevserokên DEM Partî û DBPy ê meş dê bi daî bibe.

3ê Hezîrana 2024an cara sêyem qeyûm li ser Şaredariya Colemêrgê hat danîn.

DEM Partî ji wê rojê ve li dijî biryara qeyûm li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest bi çalakî û xwepêşandanan kiriye.